Lütfen bekleyin..


'Bareke giran dikeve para aliman'

17 Temmuz 2017, 14:01 - Okunma: 804

Serokê Karên Diyanetê di qebûlkirina Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îranê de diyar kir ji bo di nav Mislimanan de wehdet bê tesîskirin wezîfeyeke mezin dikeve para aliman.

Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îranê  Şêx Ayetullah Muhsîn Erakî  û heyeta pê re ji teref Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ve hatin pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez axavtinek kir. Gormez di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir  çi qas em civînên xwe yên wehdetê zêde bikin ew qas tefrîqa zêde dibe, Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em li ser metoda usulê baş bisekinin. Bareke giran dikeve li ser milê aliman e. Alim xweya bajêr û dinyayê ye. Dema ku xwey xera bibe  tiştekî  bê kirin namîne. Ger em parîkeke hevkariyê di warê wehdetê de karibin bikin em ê kêfxweş bibin.”

Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îranê  Şêx Ayetullah Muhsîn Erakî  jî di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir wehdet ji bo alema Îslamê muhîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bawer dikin ger di nav ummetê de yekîtî bê sazkirin ew ê li dinyayê hêzê herî mezin dê bibe yê Ummeta Îslamê. Mixabin hêza ummeta Îslamê li dijî ummeta Îslamê bi kar tînin. Ji wezîfeya tesîskirina yekîtiya ummeta Îslamê pê ve tu wezîfeyê din ê mezin tuneye.”(ÎLKHA)

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
KÜRDî Kategorisindeki Diğer Haberler
Weqfa Yetîman ya ku bi falîyetên alîkarîyê tê naskirin rapora falîyetên xwe..
Kerwana Ûmudê ya ku kar û barên xwe li Sêrtê birêve dibe ji malbatên feqîr ..
Şeyhmus Alpsoyê mehkûmê nexweş ê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtî..
Birêveberên Îttîhadul Ulemayê yên ku ji wê rayeya kirina nîkaha fermî ya mi..
Berdevkê HAMASê Fevzî Berhum ji ber minasebeta ‘Roja Cîhanê ya Qudsê’ peyam..
Digel destpêka meha Remezanê li Bûrsayê di serî de li mizgeftên dîrokî û he..
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=