Lütfen bekleyin..


HAMAS di derheqê Qudsê de peyam weşand

10 Temmuz 2017, 12:00 - Okunma: 808

Berdevkê HAMASê Fevzî Berhum ji ber minasebeta ‘Roja Cîhanê ya Qudsê’ peyamek weşand, Berhum di peyama ku weşand de diyar kir digel temamê komployên ku hatin kirin û leystikên ku hatin leystin ummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekir û dê nede jibîrkirin.

Berdevkê HAMASê Fevzî Berhum ji ber minasebeta  ‘Roja Cîhanê ya Qudsê’ peyamek weşand. Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekiriye.

Berhum di berdewama peyama xwe de diyar kir “Roja Cîhanê ya Qudsê  teyîda cihê Quds û Filistînê ya di wijdan û qelba ummetê de ye. Digel temamê komployên ku hatin kirin û leystikên ku hatin leystin  ummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekir û dê nede jibîrkirin.Azadkirina Qudsê wezîfeya temamê Mislimanan e.”

Berhum di berdewama peyama xwe de bang li Mislimanan kir da ku piştgiriyê bidin xelkê Filistînê yê ku li ber xwe dide û wiha got: “ HAMAS û Filistîn dê bedela wê çi dibe bila bibe ferq nake ew ê dev ji berxwedanê bernede.”(ÎLKHA)

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
KÜRDî Kategorisindeki Diğer Haberler
Weqfa Yetîman ya ku bi falîyetên alîkarîyê tê naskirin rapora falîyetên xwe..
Kerwana Ûmudê ya ku kar û barên xwe li Sêrtê birêve dibe ji malbatên feqîr ..
Şeyhmus Alpsoyê mehkûmê nexweş ê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtî..
Birêveberên Îttîhadul Ulemayê yên ku ji wê rayeya kirina nîkaha fermî ya mi..
Serokê Karên Diyanetê di qebûlkirina Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îran..
Digel destpêka meha Remezanê li Bûrsayê di serî de li mizgeftên dîrokî û he..
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=